?>

Li Silêmaniyê êrîşek çekdarî li hember avahiya PDKê pêkhat

Li Silêmaniyê êrîşek çekdarî li hember avahiya PDKê pêkhat

Li Silêmaniyê îro teqe li navçeya yek a Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê (PDK) hat kirin.

ABNA24 : Kargêrê navçeya yekê ya PDKê Tariq Heme Talib ragihand, saet 06.30ê sibeha îro, ji otomobîleke coreya Land Cruiser teqe li navçeya yek a PDKê ya li taxa Azadî ya Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê hat kirin.

Li gor gotina kargêrê navçeya yek a PDKê li Silêmaniyê, di encama wê teqkirinê de ti ziyaneke canî çê nebûye û ziyan tenê maddî ye.

Peyamnêrê Rûdawê jî li Silêmaniyê ragihand, li gor zanyariyên destpêkê 3 kesan teqe kirine û “çend deqîqeyan teqekirin berdewam bûye.”

Pasavenên baregeha PDKê ku şûna gulleyan lê diyar e, ji Rûdawê re ragihandin, ku gelek teqe li baregehê hatin kirin.

Berpirsê navçeya yek a PDKê Şêx Selam amaje bi wê kir, ew kes nehatine naskirin û wek di kamerayên çavdêriyê de diyar dibe, tabloya otomobîlê jî hatiye veşartin û got, “Pêşmergeyên me bersiv dan, lê wan li ser hev teqe kirin û çûn.”

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*