?>

Li Somaliyê di mala ku rêxistina Eş-Şebabê bombe lê çêdikir de teqîn çêbû: 60 kes mirin

Li Somaliyê di mala ku rêxistina Eş-Şebabê bombe lê çêdikir de teqîn çêbû: 60 kes mirin

Li Somaliyê di mala ku rêxistina terorîst a Eş-Şebabê bombe lê çêdikir de teqîn pêkhat ku di encamê de herî kêm 60 endamên wê rêxistinê mirin.

ABNA24 : Rayedarên leşkerî yên ji radyoya artêşa Somalî re daxuyanî dan ragehandin ku bajarokê Ala-Futow ê li herêma Şabelê pisporên rêxistinê yên bombeyan û çekdarên wan di maleke ku teqemenî têde bûn ji ber teqînê herî kêm 60 endamên wê rêxistina terorîst jiyana xwe ji dest dan.

Mala 11 odeyî ya ku amûr û emrazên çêkirina bombeyan têdebû, teqîneke mezin lê pêkhat û ji ber wê teqînê jin û zarokekê jî jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarên leşkerî ragehandin, di encama wê teqînê de 6 çekdarên biyanî yên hatine herêmê û jiyana xwe ji dest dane yek ji wan jî Ehmed Sharif ê Afganî bûye.

Artêşa Somalî duh ragihandibû ku li hember rêxistina terorîst a Eş-Şebab di wan 3 heftiyên borî de operasyonan de zêdetirî 10 çekdarên wê rêxistinê kuştine.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*