?>

Li Tirkiyê 103 şervan û welatiyên kurd ên Sûriyê bi cezayê heta hetayê hatine zîndanîkirin

Li Tirkiyê 103 şervan û welatiyên kurd ên Sûriyê bi cezayê heta hetayê hatine zîndanîkirin

Hevserokê Şaxa Rihayê ya Komeleya Mafên Mirov ragihand ku 103 şervan û welatiyên kurd ên Sûriyê ku Çeteyên ser bi Tirkiyê radestî vî welatî kirine, bi cezayê heta hetayê hatine zîndanîkirin.

ABNA24 : Hevserokê Şaxa Rihayê ya Komeleya Mafên Mirov Mustafa Vefa eşkere kir ku hêzên terorîst û çete ku navê Artêşa Azad a Sûriyê li xwe kiriye li navçeyên Serê Kaniyê, Girê Spî û çend navçeyên din ên deverên kurdî li Sûriyê 103 şervan û xelkê navçê bi tohmeta endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) in desteserkirine û radestî Tirkiyê kirine.

Li Tirkiyê jî li gor Maddeya 302 a Yasaya Cezayên Tirkiyê bi tohmeta “Plangêrî û gefxwarina li serweriya yekparçeyiya axa Tirkiyê” bi cezayê heta hetayê hatine zîndanîkirin. Hemû jî li herdu girtîgehên Cezayên Giran ên Rihayê hatine zîndanîkirin.

Mustafa Vefa bale dikşîne ser rewşa xirab a wan 103 girtiyan û dibêje: “Di dema radestkirina wan de bo Tirkiyê, gelekî hatine êşkencekirin û di rewşeke tendirustî ya xirab de bûne. Herwiha beşek ji wan bêyî parêzerên wan hebe, bi awayekî rasterast hatibûn dadgehkirin.

Herwiha kes û karên hinek girtiyan ji tirsa gefên hêzên çete yên ser bi Tirkiyê, heta niha serdana girtîgehan nekirine û hevdîtin ligel wan pêkneanîne.”

Navbirî tekez dike ku sê ji girtiyan Suryanî ne û bi heman tohmeta qaşo endamên YPGê ne û dijî dewleta Tirkiyê rahiştine çekan bi cezayê heta hetayê hatine zîndanîkirin û dibêje: “Di demekê de hersê ne şervan bûn û ne li devera şer hatine desteserkirin.

Berevajiya wê di dema pişkinînê de li gundekî Suryaniyan hatine desteserkirin û êdî bê lêkolîn, radestî artêşa Tirkiyê hatine kirin û wek şervanên YPGê dosya bo wan hatiye vekirin.”

Hevserokê Şaxa Rihayê ya Komeleya Mafên Mirov herwiha dibêje hejmareke din a welatiyan li herdu navçên Serê Kaniyê û Girê Spî bi heman tohmetî hatine desteserkirin û heta niha radestî Tirkiyê nehatine kirin û komên çete daxwaza sê hezar dolar ji kes û karên wan dikin daku wan radestî Tirkiyê nekin û mohleta mehekê didin wan, eger na tên radestkirin.

Mustafa Vefa tekez dike ku hemû ev rêkar li dijî mafên mirov û yasayên navdewletî ne.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*