?>

Li Tirkiyê 223 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiyê 223 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 223 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 44 hezar û 983 kesan.

ABNA24 : Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 17ê Gulanê yên vîrûsa koronayê (KOVÎD-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 10 hezar û 174 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 923 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 127 hezar û 548 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 13 hezar û 864 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji KOVÎD-19ê rizgar bûne, gihiştiye 4 milyon û 961 hezar û 120 kesan.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*