?>

Li Tirkiyê 9 hezar û 375 kesên din bi Koronayê ketin

Li Tirkiyê 9 hezar û 375 kesên din bi Koronayê ketin

Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 175 kesan jiyana xwe ji dest dan.

ABNA24 : Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 175 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 46 hezar û 621 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 25ê Gulanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 9 hezar û 375 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 693 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 203 hezar û 385 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 11 hezar û 192 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 45 hezar û 508 kesan.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*