?>

Li Tirkiyê 96 kes bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê 96 kes bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 5 hezar û 386 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 96 kes jî bi coronayê jiyana xwe ji dest dan.

ABNA24 : Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 204 hezar û 827 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 5 hezar û 386 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 96 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 6 hezar û 3 nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiy bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 287 hezar û 980 kesan û 48 hezar û 164 kesan jî canê xwe ji

dest dane, herwiha heta niha 5 milyon û 160 hezar û 774 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 54 milyon û 809 hezar û 788 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*