Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku meha Adara 2022ê bihayên kelûpelên çêkirina avahiyan mehane %9.58 û salane jî %101.57 zêde bûne.
ABNA24 : TUIKê amarên bihayên kelûpelên çêkirina avahiya yên meha Adarê eşkere kirin. Li gor amaran enflasyona mehane ya kelûpelên avahiyan %9.58 e û enflasyona salane jî %101.57 e.
Bihayên karê karkeriyê jî li gor meha Sibata 2022ê %1.16 zêdê bûne û li gor meha Adara 2021ê jî %42.58 zêde bûne.
Bi giştî jî bihayên çêkirina avahiyan li gor meha Sibata 2022ê %8.80 û li gor meha Adara 2021ê jî %98.14 zêde bûne.
342/