?>

Li Tirkiyê ji ber Koronayê 356 kes mirin û 26 hezar û 476 kes jî pê ketin

Li Tirkiyê ji ber Koronayê 356 kes mirin û 26 hezar û 476 kes jî pê ketin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 26 hezar û 476 pêketiyên nû yên vîrusa coronayê hatin tomarkirin, herwiha 356 kes jî bi coronayê jiyana xwe ji dest dan.

ABNA24 : Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 saetên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 229 hezar û 491 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 26 hezar û 476 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 356 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 35 hezar û 464 nexweşên Coronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 4 milyon û 955 hezar û 594 kesan û 41 hezar û 883 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 4 milyon û 589 hezar û 501 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 48 milyon û 459 hezar û 224 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*