?>

Li Tûnisê bangên hilweşandina rejîma vî welatî

Li Tûnisê bangên hilweşandina rejîma vî welatî

Li Tûnisê piştî pevçûnên di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de, duh gel banga hilweşandina rejîma Ixwanan ya vî welatî kir.

ABNA24 : Xwepêşandan ji ber belavbûna dîmenekî ku hêzên ewlekariyê li ciwanekî dixin û cilên wî jê dikin, her wiha kuştina ciwanekî din di rewşên ne diyar de li herêma Sîdî Hesen a girêdayî paytextê derketin.

Pevçûn li herêma Sîdî Hisên û El-Sîcûmî, her wiha li kolana El-Hebîb Bû Reqîbe ya li paytexta Tûnisê çêbû. Xwepêşandêr banga istîfakirina serokê hikûmetê Hîşam El-Mişîşî, dikin.

Xwepêşandaran banga hilweşandina rejîma Ixwanan a ku destekê dide hikumeta El-Mişîşî, kirin û banga hesabxwestinê li tevgera El-Nehdayê kir. 

Li gorî toreya El-Eyn El-Exbariye ku 43 rêxistinên civaka sivîl a Tûnisê di daxuyaniyekê de diyar kirin berpirsê binpêkirinên saziyên ewlekariyê serokê hikûmeta Tûnisê ye.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*