?>

Li Wanê di hefteyekê de 299 penaber hatin girtin

Li Wanê di hefteyekê de 299 penaber hatin girtin

Li Wanê di navbera 6 heya12ê Îlonê de polîsan 299 penaber girtine. Ji ber ku organîzatoriya anîna penaberan kirine jî di derbarê 15 bergumanan de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.

ABNA24 : Ji aliyê Gerînendetiya Asayîşa Wanê ve hat ragihandin, di navbera 6 heya 12ê Îlonê de di çarçoveya operasyonên hember penaberên ne rêk û pêk de 299 penaber hatine girtin.

Hat destnîşankirin, bi sedema ku penaber anîne bo 15 bergumanan sizayê pere jî hatiye birrîn. Bo xwediyên xanî û otelên penaber lê mane û wesaîtên wan hatine bikaranîn 135 hezar û 325 lîre sizayê pere hatiye birrîn.

Her wiha hêzên ewlekariyê dest danîne ser 9 wesaîtan jî. Gerînendetiya Asayîşa Wanê da zanîn ku dê operasyonên wan ên bo pêşîlêgirtina derbasbûna penberan a neyasayî berdewam bibin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*