?>

Li Xaneqînê di navbera gundiyan û terorîstên DAIŞ’ê de şer derket

Li Xaneqînê di navbera gundiyan û terorîstên DAIŞ’ê de şer derket

Li sînorê bajarokê Gulale çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundekî kirin, piştî êrîşê di navbera gundiyan û çeteyan de şer rû da.

ABNA 24: Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Um Hunte yê bajaroka Gulale ya girêdayî navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyala kirin, li dû êrîşê di navbera gundiyan û çeteyan de şer rû da.

Rêveberê Asayîşa Bajarokê Kukis Şemal Ebdulrrehman ê têkildarî bûyerê got, “Çeteyên DAIŞ’ê di nav baxan de 3 guleyên hewanê avêtine gund û paşê jî bi çeka qernas êrîş kirine. Gundiyan jî bersiva çeteyan dane.”

Şemal Ebdulrehman bal kişand ku çeteyan agir bi dexlûdanên gundiyan jî xistine û heta niha têkildarî ziyana rû daye tiştekî zelal nizanin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*