?>

Lijneyeke hikûmeta Iraqê ji bo cîhbicîh kirina yasaya budceyê çûye Hewlêrê

Lijneyeke hikûmeta Iraqê ji bo cîhbicîh kirina yasaya budceyê çûye Hewlêrê

Îro şandeyeke hikûmeta Iraqê li dîwana çavdêriya darayî ya Iraqê gihêşt Hewlêrê û bi wezareta darayî û hejmarek wezaretên din ên hikûmeta herêma Kurdistanê re dê bicive.

ABNA24 : li gor BasNewsê, piştî ku şandeya herêma Kurdistanê çû Bexdayê, şeva borî vegeriya herêma Kurdistanê û îro 08.06.2021ê lijneyeke dîwana çavdêriya darayî ya Iraqê hate Hewlêrê û bi dîwana çavdêriya darayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend wezaretên din re civiyan.

BasNewsê herwiha diyar kir ku civîn bo gutûbêjkirina li ser çawaniya cîhbicîhkirina qanûna budcê û muqayesekirina xercan û dahatan pêk tên.

Hat ragihandin ku ji bo cîhbicîh kirina qnûna budcê şandeya teknîkî ya herêqanûna budcê kar bikin.

Duh şandeyeke hikûmeta herêma Kurdistanê ji wezareta darayî û aborî û dewlemendiyên xwezayî û nûnerê çavdêriya darayî ve serdana Bexdayê kirin û li gel wezîrê darayî yê Iraqê civiyan.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*