?>

Macron bi şandeke Kurdên Sûriyê re civiya

Macron bi şandeke Kurdên Sûriyê re civiya

Şandeke ji kurdên Sûriyê serdana Fransayê kiriye û roja Duşemê li Koşka Elyseeyê bi Serokomarê Fransayê Emmaneul Macron re civiya.

ABNA24 : Şand ji rayedarên Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) û teşkîlata ku navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li xwe kiriye, pêk hatibû û her yek ji Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Hevseroka Meclisa Rêveber a ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê kontrol dike Bêrîvan Xalid û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif têde cih digirin.

Şanda hevbeş a ji bakur û rojkhilatê Sûriyê Duşemê li Koşka Elyseeyê ji aliyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî medyaya ser bi kurdên Sûriyê ve, şanda Rojava li gel Serokê Fransayê Macron kirîza Sûriyê û çareseriyên wê yên çaverêkirî gotûbêj kirine.

Şanda navborî herwiha rewşa kargêrî ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê, rewşa aborî ya herêmê, encamên ambargoya li ser hatiye ferzkirin û girtina dergehên sînorî jî gotûbêj kirine.

Di hevdîtinê de rewşa ewlehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û geşedanên dawî yên şerê li dijî DAIŞê jî hatine gotûbêjkirin.

Hevseroka Hevseroka Meclisa Rêveber a ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê kontrol dike Bêrîvan Xalid ragihandiye, serdana wan li ser vexwandina fermî ya Serokatiya Fransayê bûye.

Bêrîvan Xalid gotiye, “Serokê Fransayê piştrast kir ku heta ewlehî û istîqrar li Sûriyê û hevahî herêmê pêk tê, ew ê piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin.”

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*