?>

Malnişînkirina 454 kesên pillebilind li Herêma Kurdistanê li ber xetera ibtalkirinê da ye

Malnişînkirina 454 kesên pillebilind li Herêma Kurdistanê li ber xetera ibtalkirinê da ye

Çavkanîyekî pillebilind li Rêvebirîya Malnişînkirinê ya Herêma Kurdistanê aşkira kir ku 454 kes bi pilleya bilind hatine malnişînkirinê bêyî ku erkek hebin, ligorî projeyasaya çaksazîyê jî miaşê wan kesên pillebilind ku erkdarî nekirine û bi pilleyên Wezîrê, Cîgirê Wezîrê, Rêvebirê Giştî û Rawêjkar hatine malnişînkirinê, tê birrînê.

ABNA: Çavkanîyekî pillebilind li Rêvebirîya Malnişînkirinê ya Herêma Kurdistanê ku nexwest navê wî bê aşkirakirinê di hevpeyvîna digel Kanala Rûdawê da got: Ji sala 2003 heta 2013`ê 454 kes bi awayekî neqanûnî û bi pilleya bilind hatine malnişînkirinê ku 50 kes bi pilleya Wezîr, 52 kes bi pilleya Cîgirê Wezîr, 88 kes bi pilleya Rawêjkar, 264 kes jî bi pilleya Rêvebirê Giştî hatine malnişînkirinê.

Ew çavkanîya di dewamê de dibêje; ew cure malnişînkirina piştî sala 2013`ê jî bi awayê perrate hebûye û ligorî projeyasaya çaksazîya di qanûna Miaş û Malnişînkirinê de ku nika li ber destê Parlimana Herêma Kurdistanê ye, malnişînkirina wan kesana li ber xetera ibtalkirinê ye.

Di xala pêncem a wê projeyasayê de hatîye: Pêşmergeyên ku berî 1991/3/5 wek rêzgirtin miaşê malnişînkirinê bi pilleyên Wezîrê, Cîgirê Wezîrê, Rêvebirê Giştî û Rawêjkar jibo wan hatîye kivşkirinê, malnişînkirina wan divê were ibtalkirin.

Pirranîya kesên ku bi wî rengî hatine malnişînkirinê, berpirsên PDK û YNK ne.

Berpirsekî PDK di vî warî de dibêje; hejmara kesên ku YNK malnişîn kirine gellek zêdetir ji yên PDK ye. Berpirsên YNK jî dibêjin ku yên PDk zêdetir in lê, PDk ew kara ligorî plan û zanebûnê kirîye ku nayê zanînê.

..........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*