?>

Mehmûd Ebas: Quds paytexta hetahetayî ya Filistînê ye

Mehmûd Ebas: Quds paytexta hetahetayî ya Filistînê ye

Serokê Rêveberiya Xweser a Filistînê destnîşan kir ku Quds paytexta hetahetayî ya Filistînê ye.

ABNA: Mehmûd Ebas, Serokê Rêveberiya Xweser a Filistînê êvara Pêncşemiyê li nav nûnerên Civata sivîl a Filistînê li bajarê Ramellahê bi gotina vêya ku plana Danûstandina Sedsalê ya Amerîkayê wek daxuyaniya Balfora Brîtanyayê ye, got: Emê qasî serê derziyekê jî dest ji mafên gelê Filistînê ku di mafên navneteweyî da bi fermî hatine naskirin, nekişînin.

Mehmûd Ebas tevî pêgiriya li ser vêya ku têkoşîna niha hemberî komploya Danûstandina Sedsalê, dê dawîn têkoşîn bi vî cûreyî nebe, got: Tiştê ku di daxuyaniya Balforê ya sala 1917an da hatiye, heman tişt e ku niha bi navê Danûstandina Sedsalê raberî gelê Filistînê tê kirin.

Daxuyaniya Balforê ji aliyê Artor Cêymz Balfor, Wezîrê karên derve yê wê çaxê yê Englîsê di roja 2ê Mijdara sala 1917an da xitabî Waltêr Rûtşîld siyasetvanê Cihû û ji kesayetiyên nasyar ên Siyonîsmê hat nivîsîn û têde soza pêkanîna niştîmanekê di welatê Filsitînê dan cihûyan. Li pey dayîna daxuyaniya Balforê koça mezin a cihûhan bo welatê dîrokî yê Filistînê dest pê bû.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê hevrê digel serrokwezîrê Rêjîma Siyonîst heftiya bihurî plana nijadperestane ya Danûstandina Sedsalênimandin.

Bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst, radestkirina sedî 30ê Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê bo Israîlê, dijayetî digel vegeriyana awareyên Filistînî û jiçekkirina tam a Filistînê ji babetên herî girîng ên vê plana bi serşûrî ye.

...........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*