?>

Merasima şîndariya Hz. Fatimeya Zehra (SXL) bi pişkdariya rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî

Merasima şîndariya Hz. Fatimeya Zehra (SXL) bi pişkdariya rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî

Şeva dawiyê ya merasima şîndariya ji bo Hz. Fatimeya Zehra (Silavên Xwedê Lê be) bi pişkdariya rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê û hezaran kesên din ji pêkhateyên gelê Îranê li husêyîniyeya Îmam Xumêyînî (Rehmeta Xwedê Lê be) birê ket.

ABNA: di vê merasimê de hucet-ul-îslam wel-muslimîn seyd Ehmed Xatemî li axivtinekê beşdariya beraqil, egîdane û bi davînpakî ya Hz. Zehra (SXL) li qada berevaniya ji heq û rastiyê ji taybetmendiyên ber bi çav ên wê hezretê dan zanîn û desnîşan kir ku hizûr û beşdariyên bi coş û aktîv ên netewê Îranê li qadên curbicur ên Înqilabê û birêveberiya welêt sebeba sereke ya mayîna Nizama Îslamî di 41 salên derbasbûyî de ye.

Hucet-ul-îslam wel-muslimîn Xatemî herwiha got: Gel sermaya sereke ya Komara Îslamî ya Îranê ne û li du qadên pêşberî xwe yanî merasima 22 Behmena Îsal û Hilbijartinên Meclisa Şûwra Îslamî jî wê bicoştir û aktîvtir ji berê rola xwe bilîzin û beşdariyê bikin.

 Hucet-ul-îslam wel-muslimîn Xatemî di dewama axivtina xwe de herwiha bal kişan de ser plana Amerîkî-Siyonîstî ya “Danûstandina Sedsalê” û ew wek  “Cinayeta Sedsalê” ji bo dagîrkirina dubare a erdên filistînî da zanîn û got: Xêreta olî û neteweyî dibe sedem ku cîhana Îslamê li ber Amerîka û Siyonîstên cinayetkar bi yekrêzî û yekgirtinê rabin.

..........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*