?>

Mesrûr Barzanî bi fermî bû serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê

Mesrûr Barzanî bi fermî bû serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê

Parlemana Herêma Kurdistanê kandîdê PDKê ji bo pêkanîna hikûmeta Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî bi fermî ji bo serokwezîriya vê hikûmetê ji serokê Herêmê re da diyarkirin.

(ABNA24.com) Parlemana Herêma Kurdistanê kandîdê PDKê ji bo pêkanîna hikûmeta Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî bi fermî ji bo serokwezîriya vê hikûmetê ji serokê Herêmê re da diyarkirin.

Îro sêşemê parlemana Kurdistana Iraqê bi piraniya dengan (bi 87 dengan ji 97 dengan) şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê û namzedê PDKê yê ji bo serokwezîriya vê herêmê Mesrûr Barzanî wek serokwezîriya Herêma Kurdistanê namzed kir.

Seroka parlemana Kurdistanê Vala Ferîd ragihand, dê îro bi fermî navê Mesrûr Barzanî wek serokatiya hikûmetê(serokwezîriyê) pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bikin.

Tê pêşbînîkirin ku di heyama herî dereng du rojan de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi fermanekî Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê erkdar bike.





/129


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*