?>

Mesrûr Barzanî civîna bijartina kabîna Herêma Kurdistanê destpê dike

Mesrûr Barzanî civîna bijartina kabîna Herêma Kurdistanê destpê dike

Serokwezîrê peywirdarê pêkanîna kabîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistana Iraqê raghand ku li rojên pêşber dê bi partiyên siyasî yên herêmê re bona bijartina wezîrên kabînê hevdîtinê pêk bîne.

(ABNA24.com) Serokwezîrê peywirdarê pêkanîna kabîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistana Iraqê raghand ku li rojên pêşber dê bi partiyên siyasî yên herêmê re bona bijartina wezîrên kabînê hevdîtinê pêk bîne.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê Hawwilatiyê, Mesrûr Barzanî, endamê pilebilind ê nivîsgeha siyasî ya partiya Demokrata  Kurdistanê(PDK) û serokwezîrê peywirdarê pêkanîna kabîna dewleta nû ya Herêma Kurdistanê piştî civîna nû ya  nivîsgeha siyasî ya partiyê li nav koma nûçegîhanan raghand ku pêştir  hevhatinên pêdivî navbera partiyên beşdar li  hikûmeta nû ya herêmê li bara  par û pişka partiya li dewletê, postên  hikûmetî cih hatine û niha divê partiyên siyasî, nav  û pêşîna berbijarên xwe bona bidestxistina van postana radestî wî bikin.

  Wî got ku  ew  bona gotûbêja bi partiyên siyasî yên herêmê li bara berbijarên  bidestxistina postan li du rojên tê civînên têkildar destpê dikin.

 Wî her wiha hêvî kir ku  berbijarên  bidestxistina  postên hikûmetî yên nû li Herêma Kurdistanê beriya kutabûna moleta 30 rojî ya parlemanê bên bijartin û ji parlemanê re bidin nasandin.

 Mesrûr Barzanî wek berbijarê partiya Demokrat 12 Hezîranê ji aliyê Nêşîrva Barzanî serokê nû yê Herêma Kurdistanê bû peywirdarê pêkanîna kabîna nû ya Herêma Kurdistanê.




/129


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*