?>

Mesrûr Barzanî: DAIŞ hîn jî gefeka ciddî dijî ewlehiya navçeyê ye

Mesrûr Barzanî: DAIŞ hîn jî gefeka ciddî dijî ewlehiya navçeyê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtian bi Fermandarê Operasiyona hevpar a Hêzên Hevpeymaniya Cîhanî ya dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê, destnîşan kir ku DAIŞ hîn jî gefeka ciddî li dijî ewlehiya navçeyê ye.

ABNA: Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtian bi jeneral Cirald Strîklend, Fermandarê Operasiyona hevpar a Hêzên Hevpeymaniya Cîhanî ya dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê derbarê xurtkiirna rêkarên sekinîna li hemberî gefên DAIŞê gotûbêj kir û li ser pêwîstiya dewama hevkariyên leşkerî yên Hevpeymaniyê digel Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê nemaze di warê fêrkirina van hêzan da pêgirî kir.

Fermandarê Operasiyona hevpar a Hêzên Hevpeymaniya Cîhanî ya dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê jî di vê hevdîtinê da tevî amajeya bi hebûna hevahengiyê navbera hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniyê da got ku ev hevahengî didomin.

Mesrûr Barzanî jî tevî sipasiya ji alîakriyên Hevpeymaniyê bo hêêzn pêşmerge, destnîşan kirku hokarên diyarbûna DAIŞê hema wisa li navçeyê hene û ji ebr vê yekê hîn jî DAIŞ gefeka mezin dijî ewlehiya navçeyê ye.

......
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*