?>

Mesrûr Barzanî: DAIŞ li kampa Holê jibo êrîşa terorîstî li Hewlêrê komployan çêdike

Mesrûr Barzanî: DAIŞ li kampa Holê jibo êrîşa terorîstî li Hewlêrê komployan çêdike

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku DAIŞê plana êrîşa terorîstî li Hewlêrê ku ji aliyê hêzên ewlehiyê va hat pûçkirin, li kampa Holê li Sûriyê dariştiye.

ABNA24 : Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha got: Nexşeya vê êrîşa terorîstî li Sûriyê hatiye dariştin û rêveberrên û endamên vê koma terorîst ser bi DAIŞê bûne û niha hatine girtin û ketine ber lêpirsînê.

Kampa Holê li navçeyên kurdnişîn ên Sûriyê ye û malbatên çeteyên DAIŞê tê da ne.

Ev kamp di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) da ye.

Di rojên dawî da hêzên HSDê hejmareke çeteyên DAIŞ li vê kampê girtin; Tê gotin van kesan dil hebûye jibo kiryarên terorîstî plan darêjin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*