?>

Mesrûr Barzanî di çarçova pêkanîna Hikûmeta Herma Kurdistanê bi kêmnetewên herêmê re civiya

Mesrûr Barzanî di çarçova pêkanîna Hikûmeta Herma Kurdistanê bi kêmnetewên herêmê re civiya

Mesrûr Barzanî, ku ji bo ava kirina hikûmeta nû ya herêma Kurdistana Iraqê hatiye erkdar kirin, di çarçoveya xebatên ava kirina hikûmetê de li gel kêm netewên herêmê re civiya.

(ABNA24.com) Mesrûr Barzanî, ku ji bo ava kirina hikûmeta nû ya herêma Kurdistana Iraqê hatiye erkdar kirin, di çarçoveya xebatên ava kirina hikûmetê de li gel kêm netewên herêmê re civiya.

Li gor nûçeya Kurdpressê ya ji zarê medya Herêma Kurdistana Iraqê, Mesrûr Barzanî ku ji bo  pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye erkdar kirin duh şemiyê bi awayekî cuda bi Hevpeymaniya Yekîtiya Netewî ya Kirîstiyanî û Tevgera Demokrat a Aşûrî û tirkemanî re civiya.

Bi armanca guftûgokirina beşdariya pêkhateya Aşûrî di kabîneya nû de, Mesrûr Barzanî bi Tevgera Demokrat a Aşûrî civiya.

Berî wê civînê jî, Mesrûr Barzanî bi Hevpeymaniya Yekîtiya Netewî ya Kirîstiyanî ku xwediyê 3 kursiyên Parlemanê ye re civiyabû.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Bêt Nehrên Romyo Hekarî ji K24ê re ragihand, “Em dibînin ku beşdariya me di kabîneya nû de cuda be û daxwaz dikin para me di hemû postên sereke û serokatiyan de hebe.”

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, Mesrûr Barzanî dixwaze pêkhateyên Kurdistanê bi awayekî berfereh beşdarî di sîstema hikûmraniyê ya Herêma Kurdistanê de bikin.

Her îro jî, Mesrûr Barzanî ji bo wê mebestê bi 9 partî û aliyên Turkmenî û bi Bereya Turkmenî re civiya bû.

Serokê Fraksiyona Bereya Tirkmenî yê li Parlamentoya Kurdistanê Aydin Merûf li hevpeyvîna bi televîziyona Rûdawê re got: “Civîneke baş û erênî bû, li ser beşdarîkirina Tirkmenan di kabîneya nû de birayên me yên PDKê jî tekezî kirin ku Tirkmen di kabîneya nû de beşdar bin. Di Serokatiya Parlamentoyê de nûnerê me heye, di heman demê de nûnerê me di Hikûmeta Herêmê de jî dibe, di vê civînê de jî me daxwaza wê yekê kir ku di serokatiyan de cihê aliyên Tirkmenî were vekirin, me li ser wê yekê li hev kir ku Bereya Tirkmenî bi Wezîrê Herêmê beşdar dibe di hikûmetê de.”

Mesrûr Barzanî roja 12ê Hezîranê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bi pêkanîna kabîneya nehem hat raspardin. Bo wê mebestê jî roja 17ê Hezîranê Mesrûr Barzanî li bajarê Silêmaniya bi awayekî cuda bi her yek ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Partiya Sosyalist a Kurdistanê û Tevgera Goranê civiyabû.



/129


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*