?>

Mesrûr Barzanî: Divê hemû alî hevkar bin rê li ber firehbûna girjiyan bigirin

Mesrûr Barzanî: Divê hemû alî hevkar bin rê li ber firehbûna girjiyan bigirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê de belav kir û ragihand, welatiyên Herêma Kurdistanê westiyan e û ji vê rewşa nexwastî û aloziyan nîgeran in. Welatiyên me hêjayî wê ne, xizmetên zêdetir ji wan re bikin, ne ku wan tûşî diltengiyê bikin.

ABNA: Di peyama Serokê Hikûmetê de hatiye, “Di van çend rojan de, gelek kesayetî û aliyên beşdar ên Hikûmetê û derveyî Hikmetê jî, ji wan jî tîma wezarî ya Yekîtiya Niştimanî gihîştiye min. Ewa pêwîst di van rojan de ji bo aşkerekirina rastiyan, hatiye behskirin. Ji ber wê yekê pêwîstî bi berdewamiya bersiv û bersvidayînan nake.”

Mesrûr Barzanî diyar dike, “Welatiyên Herêma Kurdistanê westiyane û bi hatina vê rewşa nexwestî û girjiyan nîgeran in. Welatiyên me hêjayî wê ne, xizmetên zêdetir ji wan re bikin, ne ku wan tûşî diltengiyê bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistaaanê di dawiya peyama xwe de dibêje: “Erkê me dewletdarî û çareserkirina pirsgirêkan e û divê hemû alî hevkar bin rê li ber firehbûna girjiyan bigirin. Ji bo pêkhateyên nav hikûmetê jî baştirîn cihê giftugo û rayguherînê, çarçoveya kombûnê Encûmena Wezîran e û bersiva wan name û nêrîn li wir didim. Hêvîdar im hemû alî dûrî berjewendiyên partîtî, di astê erkê niştimaniya me de bin, ta ku bi hev re vê qonaxa dijwar derbas bikin.

.............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*