Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir ku Herêm hertim hokara tenahî û aramiyê li Iraqê bûye û jibo çareserkirina kêşeyên digel dewleta navendî di çarçova qanûna bingehîn da amade ye.
ABNA24 : Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê duh Yekşemiyê 21ê Sibata 2021ê di merasima rêzgirtina Roja Şehîdan û salvegera şehîdbûna Ayetullah Seyid Muhemed Baqir Hekîm li Hewlêrê ku bi amadebûna Emar Hekîm, Rêberê Tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê hat lidarxistin, got ku Iraq tûşî gelek pirsgirêkan bûpye û pergala siyasî û desthilatdariya wê jî hewcedara venihêrîna bingehîn û rêzgirtina li xwestek û mafên bereyên cûrbecûr ên vî welatî û berçavgiritna xalên Hevsengî, Şirîkatî û Lihevhatinê heye.
342/