?>

Mesûd Barzanî: Pêwîst e hewldanên ji bo naskirina Enfalê wek jînosîdê berdewam bin

Mesûd Barzanî: Pêwîst e hewldanên ji bo naskirina Enfalê wek jînosîdê berdewam bin

Serokê Partiyaa Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî îro li 32-mîn salvegera karesat û komkujiya Enfalê peyamek belav kir û ragihand: “Pêwîst e hewlên ji bo naskirina Enfalê wek jînosîd li ser asta cîhanê berdewam bin.”

ABNA: Barzanî di destpêka vê peyama xwe de dibêje: “Di 32`mîn salvegera destpêkirina pêla Enfalê ya li dijî kurdan, em hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên Enfal û hemû şehîdên Herêma Kurdistanê re dişînîn û serxweşiyê li malbat û kesûkarên serbilind ên enfalê dikin.”

Serokê PDKê amaje bi hewlên berê yên ji bo nasandina Enfalê wek jînosîd li ser asta navdewletî dike û dibêje, “mixabin heta niha ti encamek ji wan hewldan derneketiye”, lewma daxwaza berdewambûna wan hewldanan dike û dibêje: “Pêwîst e hewlên ji bo naskirina Enfalê wek jînosîd li ser asta cîhanê berdewam bin.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Barzanî “dewleta Iraqê” wek “aliyê berpirsyar” ji bo qerebûkirina kesûkarên qurbaniyên komkujiya Enfalê bi nav dike.

Barzanî ji bo xizmetkirina malbat û kesûkarên enfalkiriyan bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dike û dibêje: “Pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi baştirîn awayî xizmeta malbatên şehîdên Enfalê bike û termên pîroz ên hemû şehîdên Enfalê jî vegerîne ser axa niştiman.”

...............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*