?>

Mezlûm Ebdî: Nêçîrvan Barzanî gellek zû bersiva daxwaza me da

Mezlûm Ebdî: Nêçîrvan Barzanî gellek zû bersiva daxwaza me da

Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) ji ber ku Serokê Herêma Kuridstanê tîmeke pizişkî jibo girtina pêşîya belavbûna vîrûsa Koronayê sand Kurdistana Sûrîyê, sipasîya wî kir.

ABNA: Mezlûm Ebdî Fermandarê HSD îro li rûpela xwe ya Twitterê nivîsî: Em gellek sipasîya kekê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dikin çinku gellekî zû bersiva daxwaza me da. Em qedrê wî digirin.

Wî herwiha got: Serokê Herêma Kurdistanê tîmeke pizişkî jibo pêderxistina vîrûsa Koronayê şandîye Kurdistana Sûrîyê.

Mezlûm Kobanî herwiha got ku Nêçîrvan Barzanî hewil dide çend tîmên din ên pizişkî jî bişîne Kurdistana Sûrîyê. 

............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*