?>

Muxbir:Têkiliyên Tehran-Bexdayê di aramî û ewlehiya herêmê de roleke girîng dileyzin

Muxbir:Têkiliyên Tehran-Bexdayê di aramî û ewlehiya herêmê de roleke girîng dileyzin

Alîkarê yekem ê serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Têkiliyên Tehran-Bexdayê di aramî û ewlehiya herêmê de roleke girîng dileyzin.

ABNA24 : Alîkarê yekem ê serokê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Muxbir duh yekşemê di hevdîtina serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de li Tehranê bal kişand ser têkiliyên Îran û Iraqê yên dîrokî, çandî, siyasî û aborî û li ser bikaranîna zirûf û karînên du welatan bi taybet di warê aborî sekinî.

Muxbir tekez kir ku taviya bazirganiya di navbera her du welatan de, ne li gorî şert û mercên aborî û siyasî ye, wî hêvî kir ku peymanên ku bi danasîna nûnerekî xwedî deshilat ji hêla her du welan ve hatine girtin da ku peymanên di navbera her du welatan de bişopîne. û wan zûtir bigihîne encamê.

Alîkarê yekem ê serokê Komara Îslamî ya Îranê amaje bi evîn û hezkirina gelê Îranê ji Hezretê Eba Ebdullah El-Husên (S), sêyemîn Îmamê Şiîeyên cîhanê û beşdariya li merasima Erbeînê kir û ji Serokwezîrê Iraqê xwest ku para ziyaretkirên îranî ji bo beşdariya li merasinên Erbeyîna Huseynî zêde bike.

Serokwezîrê Iraqê jî bal kişand ser mijarên zav ên ji bo hevkarî û têkiliyên du welatan, bi taybetî di warên çandî, dîrokî, medeniyet û olî û got: Gelek derfet hene ku em dikarin bi saya wan hevkariyên xwe yên dualî berfireh bikin.

Kazimî bi bîr xist ku pêdiviya Iraqê bi şiyanên şirketên Îranî ji bo pêşdebirin û temamkirina pêvajoya nûavakirinê heye û got: Iraq hewcedarê gaz û elektrîka Îranê ye.

Serokwezîrê Iraqê sipasiya hikûmet û neteweya Îranê kir ji ber ku di şerê dijî terorê û DAIŞê alîkariya gel û dewleta Iraqê kirin û got:heya dawiya sala 2021(îsal) beşeke mezin ji hêzên amerîkî ji Iraqê derdikevin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*