?>

Naveroka kombûna YNK û Gorran eşkere bû

Naveroka kombûna YNK û Gorran eşkere bû

Serokê Civata Niştimanî ya Gorranê got: Pêwîst e civîneke sêalî navbera PDK( Partî) û YNK û Gorran de bê lidarxistin.

ABNA: Piştî dawîbûna civîna  şandeke YNK û Tevgera Gorranê li civîneke rojnamevaniyê de, Serokê Civata Niştimanî ya Gorran behsa naveroka kombûnê kir û raghand, pêwîst e kombûna sêqolî navbera PDK û YNK û Gorran  were lidarxistin bona ku piştgiriya kabîna hikûmeta bikin û him jî em bikarbin li hev bikin û daxûyaniyekê bidin.

Ednan Osman, serokê civata Niştimanî ya Gorran got: Pêwîst e peywendiya di navbera Hemî aliyên siyasî hebe, bi taybet ew sê aliyên beşdar li kabîna nû ya hikûmetê.

Wî her wiha diyar kir: Me pêştir jî daxwaz kiribû ku civîna sê alî li dar xînin.

Serokê Civata  Niştimanî ya Gorranê  her wiha amaje kir: Me  birek hevhatinên giring bi YNK re  hene û pêwîst e her du alî pêbendê hevhatina navbera me bin.

........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*