?>

Nazim Denbax: Hemî partî û tevgerên siyasî yên Herêma Kurdistanê peywendiyên baş bi hecî Qasim Sulêymanî re hebûn

Nazim Denbax: Hemî partî û tevgerên siyasî yên Herêma Kurdistanê peywendiyên baş bi hecî Qasim Sulêymanî re hebûn

Nunerê Herêma Kurdistanê li Têhranê teqez kir: Tu partiyeka siyasî li Herêma Kurdistanê tine ku peywendiyên baş bi Hacî Qasim Sulêymanî re tinebin.

ABNA: Nazim Omer Debax, nunerê hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê  li Îranê got ku çend salan berî niha li civîna giring ku bi beşdariya rayedarên pilebilind ên Îranê hat lidarxistin û ez tenha nunerê kurdan li vê civînê bûm. Wî got: Li civîna navbuhurî deng û bîr û rayên curbicur li bara Herêma Kurdistanê û helwêstên wê hatin hilêxistin lê kesayetiyên bi hêz ser vê bawerê bûn ku  divê li hewlêr û derve yê wê li hember DAIŞ`ê rawestin û berevaniya Herêma Kurdistanê bikin ji ber ku  li çarçoveya berjewendiyên Îranê ye û hema ev kar jî kirin.

Nunerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Têhranê li bersiva vê pirsê ku çima Herêma Kurdistanê li cem Îranê giringiya xwe heye û dixwee wê biparzêe, got: Îran, kurdan wek wezneya hevsengî û hokarek bo hevsengiya navbera şîe û suniyan dizane ji ber ku kurd sunî ne û ger bi erebên sune re bikevin kêleka hev dê li cih û şûna piraniyaê be.

Nunerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Têhranê li bara peywendiyên bi serdar Sulêymanî re bal kişand ser vê yekê ku hevdîtinên zav bi wî re hebûne û gelek peyam di navbera Serdar Sulêymanî û Celal Talebanî aniye û biriye. Yekim hevdîtina xwe bi serdar Sulêymanî re li sala 1991`an û piştî serhiladan kurdan tev taximek ji hikûmeta Herêma Kurdsitanê û bi nunertiya YNK û mam Celal da zanîn.

Nazim Debax her wiha bal kişand  ser vê yekê ku xwezila hemî rêber mîna wî yanê serdar Sulêymanî bana û bal kişand  ser guhestina çend carî ya hin peyaman ji aliyê Serdar Sulêymanî bo Celal Talebanî, Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî li qonaxên curbciur.

Wî her wiha got: Tu partiyeke siyasî li Herêma Kurdistanê tineye ku peywendiyên baş bi Qasim Sulêymnaî re tinebin.

............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*