?>

Nêçîrvan Barzanî bo şandeke Amerîkayê: Rewşa Iraqê bandorê li Herêma Kurdistanê dike

Nêçîrvan Barzanî bo şandeke Amerîkayê: Rewşa Iraqê bandorê li Herêma Kurdistanê dike

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê û şandeke Amerîkayê li Hewlêrê rewşa navçeyê û Iraqê hilkolandin û Nêçîrvan Barzanî ragihand, rewşa Iraqê û xwepêşandan û bûyerên li Bexdayê û parêzgehên din ên Iraqê bandorê li Herêma Kurdistanê dikin.

ABNA: Duh 24ê Mijdara 2019an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Netewî yê Amerîkayê li senatoya Amerîkayê Robert Karem û şanda pê re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxûyanîyekê de ragihandiye, Nêçîrvan Barzanî di civînê de tekez kiriye ku “Herêma Kurdistanê ji bo aramî û istiqrara Iraqê amade ye her cure alîkarîyekê bike” û diyar kiriye: “Rewşa Iraqê û xwepêşandan û bûyerên li Bexdayê û parêzgehên din ên welêt, bandorê li ser Herêma Kurdistanê dikin.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekezî li ser “pêwîstiya alîkariyên Amerîkayê û civaka navdewletî bo Iraqê û Herêma Kurdistanê” kir.

Li gor dauxyaniyê, Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin ku Herêma Krudistanê dixwaze hemû pirsgirêkên xwe yên ligel hikûmeta Iraqê bi rêya “diyalog û hevdufemkirinê li ser bingeha destûra Iraqê” çareser bike.

Di civînê de ku Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê jî amade bûbû, “herdu aliyan pêşhatên herî dawî yên li Iraqê û navçeyê û çawaniya serederîkirina ligel pêşhatan gotûbêj kirin û tekezî li ser pêwîstiya Iraqê bi aramî û istiqrara siyasî û ewlehiyê û têgihîştineke dirist ji daxwazên rewa yên xwepêşanderan û dûrketina ji tundûtîjiyê kirin.”

Di hevdîtinê de, rewş û pêşhatên li navçeyê bi giştî û metirsiya dubare destpêkirina terorê û çawaniya sekinîna himberî wê, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.

.........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*