Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera jidayikbûna Hezretê Mesîh û Krîsmasê, pîrozbahî li Civaka Krîstiyan kir û got, dê Herêma Kurdistanê her dem wekî cihê pêkvejiyan, lêborîn, wekhevî û aştiyê ji bo hemû pêkhateyan dimîne û ji bo aştî û aramiya herêmê jî dê hewlên xwe bidomîne.
ABNA: Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje; “Cejna jidayikbûna Hezretê Mesîh û Krîsmisê, bi germî li xwişk û birayên Krîstiyan li Herêma Kurdistanê, Iraq û li her dereke cîhanê ku ev cejn tê kirin pîroz dikim, cejneke xweş û aramiyê ji we ra dixwazim û hêvîdar im ev cejn xêr, xweşî, aramî û aştiyê bi xwe re bîne ji hemûyan re."
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku Krîstiyanên li Herêma Kurdistanê, pêkhateyeke resen e û her dem bi pêkhateyên din re rola wan di parastin, avakirin û pêşxistina Herêma Kurdistanê de heye.
Herêma Kurdistanê dê her dem wekî cihê pêkvejiyan, lêborîn, wekhevî û aştiyê ji bo hemû pêkhateyan bimîne.
..........
340