?>

Nêçîrvan Barzanî: "Divê bi dabînkirina istiqrarê li navçê destkevtên şerê dijî DAIŞ`ê bên parastin"

Nêçîrvan Barzanî:

Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtina digel Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê di Karên Rojhilata Nêzîk de pêgirî kir ku divê bi dabînkirina ewlehî û istiqrarê li navçê destkevtên şerê dijî DAIŞ`ê bên parastin.

ABNA: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina digel Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê di Karên Rojhilata Nêzîk de Dêyvîd Şênkêr pêgirî kir ku pêwîst e bi saya dabînkirina ewlehî û istiqrarê û raberkirina xizmetan, serketin û destkevtên Hêzên Pêşmerge û hêzên iraqî ku di şerê dijî DAIŞ`ê de bi dest xistine, werin parastin.

Wî herwiha got: Divê Iraq û Herêma Kurdistanê di vê çarçovê de bi civaka cîhanî re hevdeng û hevkar bin û pêşîya gef û xetera vegera dubare ya têrorîsmê bigirin.

Di wê hevdîtinê de ku Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Sefîrê Amerîkayê li Iraqê û Serkonsolê wî welatî li Hewlêrê jî amade bûn, alîyan derbarê dawîn alûgurên Iraqê, xwenîşandanên li Bexdayê û şarên din ên Iraqê û peywendîyên Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjên her du alîyan jibo çareserkirina nakokîyan di çarçova destûra bingehîn a Iraqê de gotûbêj kirin.

Barzanî û Şênkêr herwiha derbarê rewşa Sûrîyê, êrişa ser rojhilata Firatê û dûhatên wê êrişê û bertekên himberî wê de rawêjkarî kirin.

Rewşa deverên şerlêketî yên Iraqê û pêwîstîya avakirina wan û alîkarîya bo vegera awareyên şêrr û demajoya çaksazîyan di Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi hevkarîya Hevalbendîya Navnetewî Dijî DAIŞ`ê de û çêtirkirina rewşa aborî li Herêma Kurdistanê û pêkanîna derfetên karkirinê û çawanîya serederîya digel rewşa niha ya navçê ji mijarên din ên gotûbêjên di wê hevdîtinê de bûn.

..........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*