?>

Nêçîrvan Barzanî: Divê Herêma Kurdistanê jî sûdê ji rêkeftinên YE-Iraqê werbigire

Nêçîrvan Barzanî: Divê Herêma Kurdistanê jî sûdê ji rêkeftinên YE-Iraqê werbigire

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konfranseke rojnamevanî ya hevbeş de bi Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropay Josep Borrellre got, “Em daxwaz dikin ku Herêma Kurdistanê jî sûdê ji hemû rêkeftinên ku Yekîtiya Ewropayê bi Iraqê re dike werbigire.”

ABNA24 : Berpirsê Siyaseta Derve ya Ewropayê Josep Borell îro Sêşemê piştî serdana xwe ya Bexdayê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin û piştre jî civiyan. Nêçîrvan Barzanî û Josep Borell piştî hevdîtinê konfranseke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.

Nêçîrvan Barzanî ji  Borrell û şanda YE re got, “Hûn bi xêr hatin Iraq û Herêma Kurdistanê. Ev serdan di serdemeke girîng de pêk te û dilsoziya Yekîtiya Ewropî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan dide.”

Barzanî diyar kir ku di hevdîtinê de mijarên wek aramiya têkiliyên Yekîtiya Ewropa û Iraqê, têkiliyên Hewlêr-Bexdayê, şerê li dijî DAIŞê,  gefa terorê, hilbijartinên pêşwext ên Iraqê û beşdariya çavdêrên Yekîtiya Ewropayê, herwiha mijarên herêmî û hevpar hatine û gotûbêjkirin û got, “Em spasiya Yekîtiya Ewropayê dikin ku di şerê dijî DAIŞê de piştevaniya  Iraq û Herêma Kurdistanê kir û herwiha di mijara penaberan de jî  bûye alîkar. Yekîtiya Ewropî di çarçoveya bernameyên pêşkeftinê de û di warên pêşxitina çavkaniyên mirovî piştevaniya me kir.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Nêçîrvan Barzanî got: “Guherîna keşûhewayê bandorê li tevahiya cîhanê dike. Em jî beşek ji vê ne. Her diçe zêdetir eşkere dibe ku guherîna keşûhewayê ji bo ewlehî û pêşkeftina Iraqê xeternake cidî ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê bi bîr xist ku sê bajarên Herêma Kurdistanê di çarçoveya projeya keşûhewya û enerjiyê ji aliyê Yekîtiya Ewropî ve tê piştgirîkirin wiha pê de çû: “Em dixwazin ku Yekîtiya Ewropî ji bo nehiştîna ziyanên ji ber keşûhewayê piştgiriya Herêma Kurdistanê û Iraqê bike. Em ji wan hêvî dikin ku di mijarên wekî xurtkirina saziyên hikûmî, reform, bicihanîna qanûnê, rêvebirina rast, pêşkeftina jin û ciwanan, sazkirina  karûbarên akademî,  zanîngehan, darayî û hiqûqî  de piştgiriyê bikin. Herwiha em daxwaz dikin ku Herêma Kurdistanê jî sûdê ji hemû rêkeftinên ku Yekîtiya Ewropayê bi Iraqê re dike werbigire. ”

Di dawiya axaftina xwe Barzanî got jî, "Ez dixwazim careke din piştrast bikim ku em di warê demokrasî, azadiya raman, rêzgirtina mafên mirovan, jiyana hevbeş di nav aramî û aramiyê de bi nirxên xwe yên hevbeş ên bi Yekîtiya Ewropayê re dilsoz in."

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*