?>

Nêçîrvan Barzanî: "Emê bernameyeke berfireh bo jordebirina cih û şûna jinan li civakê cih bînin"

Nêçîrvan Barzanî:

Serokê Herêma Kurdistanê li peyamekê bi muansibeta destpêbûna kempêyna 16 rojî ya rawstana li ber şîdeta li dijî jinan li herêmê, ragihand ku bernameyeke rêk û pêk bona jordebirina cih û şûna jinan li civaka herêmê û parastina mafên wan cih tîne.

ABNA: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi muansibeta roja cîhanî ya rawestana li ber şîdeta li dijî jinan, kempêyneka 16 rojî ser navê rakirina duberekiyê, bêhêzkirina jinan û xebitandina wan li civakî bo vê mebestê destpê kiriye û Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê li peyamekê bi vê boneyê teqez kir ku  jin li civakê ketim ber zilm û zorê.

 Wî li vê peyamê amaje kiriye ku her cure şêr û pevçûn bûye sedema paşdemayîna welatan û paşdemayîna  civakan  ji pêşketinê bûye, jin  goriyên sereke yên hemî şer û  û aloziyan in û civaka  herêmê ji ber ku ketine ber şêr û pevçûnên curbicur û bi taybet şerê vê dawiyê bi DAIŞê re, gelek xisar dîtine û ji wan jinên êzdî ji aliyê vê komê tastî şîdetên giran , dîlgirtinê û xisarên din  hatin.

 Wî her wiha ragihandiye ku  hikûmeta herêmê bi hemî hêza xwe bona  hilkolandin û alîkariya  jinên xisardîtî ji şêr û şîdetên din ketiye tevgerê.

 Barzanî li beşek din ji vê peyamê diyar kiriye ku saziya serokatiya ehrêma Kurdistanê bernameyeke berfireh bona jordebirina cih û şûna jinan li civaka herêmê û dabînkirina  mafên wan û wêdebirina şîdeta li dijî jinan amade kiriye ku dê bi hevkariya saziyên têkildar wan cih bîne.

.........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*