?>

Nêçîrvan Barzanî: Jinavbirina Bexdadî pêngaveke mezin a şerê li dijî terorê ye

Nêçîrvan Barzanî: Jinavbirina Bexdadî pêngaveke mezin a şerê li dijî terorê ye

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di derbarê kuştina Ebûbekir Bexdadî de ragihand, ew jinavbirina Ebûbekir Bexdadî serê rêxistina terorîst a DAIŞê pêngaveke mezin a şerê dijî terorê bi nav dikin, lê bidawîhatina teror û îdeolojiya DAIŞê nîne.

ABNA: Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Herêma Kurdistanê wek beşeke sereke ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kuştina Bexdadî piştî jinavbirina xelafeta DAIŞê pêngaveke girîng e, lê eva nayê wateya dawîhatina teror û îdeoloiya DAIŞê, hîna jî metirsiya careke din bihêzbûna terorîstan zêde ye, DAIŞ û grûpên weke wê di navçeyê de hîna di tevgerê de ne û gefê li cîhanê dikin, lewra pêwîst e civaka navdewletî alîkarî û hevahengiya ji bo sekinîna himberî terorê bidomîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike, hewlên Amerîka û hemû aliyên beşdar ji bo serkeftina operasyonê bilind dinirxîne, bi hemû awayekê di alîkariyên xwe yên bo civaka navdewletî de ji bo şerê li dijî terorê berdewam dibe.

Nêçîrvan Barzanî dibêje, Herêma Kurdistanê dê rûbirûyê îdeolojî û hizra tarî ya DAIŞê bibe, ji bo ku rê li ber serîhildana DAIŞê û bihêzbûna dubare ya terorê bê girtin.

Serokê Herêma Kurdistanê amajeyî wê yekê kir ku li Herêma Kurdistanê û Iraqê çîn û qatên curbicur Êzidî, Mesîhî, Misilman û çîn û qatên din ên etnîkî û dînî, bûne gorîyê cinayetên hovane yên DAIŞ`ê û Herêma Kurdistanê jî gellek qurbanî di rêya têkoşîna dijî têrorê de dane û nika jî hevkarîya giştalî ya Herêma Kurdistanê digel civaka cîhanî di têkoşîna dijî têrorê de didome.

.........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*