?>

Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih civiyan

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî gihişte Koşka Selam li Bexdayê û ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiya.

(ABNA24.com) Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî gihişte Koşka Selam li Bexdayê û ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiya.

Nêçîrvan Barzanî îro danê nîvro gihişte Bexdayê û yekem civîna xwe ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî encam da û piştre ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiya.

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistana Iraqê Kerîm Şingalî li ser civîna ligel Adil Ebdulmehdî ji Kanala Nûçan a Rûdawê re diyar kir ku “civîna me baş û serkeftî bû”.

Wezîrê Avakirinê yê Iraqê Bengîn Rêkanî jî têkildarî vê hevdîtinê ji Kanala Nûçan a Rûdawê re ragihand ku "civîna me gelek baş û berhemdar bû, dê baştir jî bibe".

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna ligel Serokwezîr û Serokomarê Iraqê, gihişte cem Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û bi wî re civîya.



/129


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*