?>

Nêçîrvan Barzanî û Erdogan civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Erdogan civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçî'rvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Stenbolê civiyan.

(ABNA24.com) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçî'rvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Stenbolê civiyan.

Îro sere sibehê înê 21. 06. 2019an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Stnebolê kir. Herwiha di saet 15:00an da ser wextê Tirkiyê ligel Serokkomarê vî welatî civiya.

Ligor zanyariyan peywendîyên Hewlêr û Enqere û proseya aştîyê li  herêmên kurdî li Tirkiyê hatine gotûbêjkirin.

Roja pêncşemê 20-6-2019an Receb Teyîb Erdogan li Îstanbul ji rojnamegaran da aşkere kiribû mêvanekî wî yê taybet heye û ew jî Nêçîrvan Barzanî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser banga Serokkomarê Tirkiyê Erdogan serdana Tirkiyê dike.

Piştî destbikarbûna wî weke Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, ev dibe yekemîn serdana Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê.

Nêçîrvan Barzanî piştî hilbijartina weke Serokê Herêma Kurdistanê serdana xwe ya yekem bo Tirkiyê encam da.



/129


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*