?>

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Bexdayê: Xwenîşandan û nearamiya li Iraqê, dê bandorê li gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê neke

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Bexdayê: Xwenîşandan û nearamiya li Iraqê, dê bandorê li gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê neke

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li Bexdayê bal kişand ser dewama gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê û got ku xwenîşandan û nearamiyên rojên buhurî li Iraqê dê bandorê ser wan gotûbêjan nekin.

ABNA: Faris Îsa li gotûbêja bi malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re got: Gotûbêjên ku ji berê va navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bo çareserkirina pirsgirêkan destpê bibûn, hîn didomin.

Wî herwiha got: Di vê çarçoveyê de, heftiya tê wê taximek ji aliyê hikûmeta Herêmê ve bona gotûbêja  bi rayedarên hikûmeta navendî re li bara çareserkirina pirsgirêkan ji wan pirsgirêkên bûdce û niftê here Bexdayê û ev taxima dê bi fermî li bara para Herêma Kurdistanê ji bûdca sala tê ya Iraqê bi rayedarên têkildar re bişêwire.

Faris Îsateqez kir ku xwenîşandan û nearamiyên li Bexdayê û bajarên din ên Iraqê, bandorê ser gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê nekirine û her dualî bo dewama gotûbêjê cidî ne û heta lihev nekin dê gotûbêjên xwe bidomînin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li Bexdayê raghand ku biryar e piştî seredana taxima  Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, taximeke komîsyona nift û gazê ya Parlemana Iraqê seredana Hewlêrê bike û bi rayedarên Herêmê re li bara meselên niftê gotûbêjê bike.

.......
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*