?>

NY’yê biryara Rûsya erê kir: Alîkarî wê di dergehên bin kontrola komên çekdar de bên şandin

NY’yê biryara Rûsya erê kir: Alîkarî wê di dergehên bin kontrola komên çekdar de bên şandin

Neteweyên Yekbûyî biryara derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê di dergehê Bab El-Hewa yê di bin kontrola komên çekdar de erê kir.

ABNA24 : Li gorî biryara ku Konseya Ewlekariyê ya NY'yê pejirandiye, mekanîzma derbaskirina alîkariyan ji bo Sûriyê bi rêya Tirkiyê heta salekê dirêj dike.

Nûnera Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas Greenfield got ku Washington û Moskove li ser derbaskirina alîkariyan ji bo gelê Sûriyê li hev kirin.

Êvara çarşemê, Îrlanda û Norwêcê helwesta Rûsya pejirandin û pêşnûmeya berê ya têkildarî derbaskirina alîkariyên mirov ji bo Sûriyê ku pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kiribû, guhertin.

Forma sereke ya pêşnûmeyê du tiştan destnîşan kir; Mekanîzma derbaskirina alîkariyan di deriyê sînor ê Bab El-Hewa yê bi Tirkiyê salekê were dirêjkirin, ev çarçeove tê dirêjkirin ku dergehê Til Koçerê yê bi Iraqê re di nav xwe de bigire.

Piştî qebûlkirinê, Îrlanda û Norwêc êvara Çarşemê pêşnumaya biryarê guherandin, dev ji daxwaza vekirina dergehê Til Koçerê berdan. Li ser vê yekê birayra vekirina dergehê Bab El-Hewa yê di bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê ya di lîsteya terora cîhanî de ye) de hate pejirandin.

Moskove, hewl dide alîkariyên navneteweyî wekî amûrekê zextê li ser gelê Sûriyê yên li herêmê derveyî serweriya hikumeta Şamê bi kar bîne da ku wan bixe bin kontrola hikumetê.

Bejirandina biryara girtina dergehê Til Koçerê li pêşiyê alîkariyên mirovî, asta pêçarebûna Neteweyên Yekbûyî û û dûrketina wê ji armancên wê diyar dike. Her wiha diyar kir ku bûye diketyeke ji bo rewakirina serdestiya hêzên mezin li ser gelan.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*