?>

NY: Grubên çekdar li Efrîn û Serê Kaniyê jin û zarokan desteser dikin

NY: Grubên çekdar li Efrîn û Serê Kaniyê jin û zarokan desteser dikin

Serokê Komîteya Lêkolînên Navdewletî ya Serbixwe ya Netewên Yekbûyî Paulo Pinheiro ragihand ku li Efrîn û Serê Kaniyê komên çekdar, jin û zarokan desteser dikin û di binpêkirinên xwe de berdewam in.

ABNA24 : Paulo Pinheiro eşkere kir ku çekdarên Artêşa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê li Efrîn û Serê Kaniyê di binpêkirinên xwe yên li dijî welatiyên sivîl de berdewam in û ew çekdar welatiyên sivîl desteser dikin di nava wan de jin û zarok hene.

Pinheiro destnîşan kiriye ku ew çekdar di dizî û dest danîna li ser mal û milkên xelkê wan her du navçeyan de jî berdewam in.

Serokê Komîteya Lêkolînên Navdewletî ya Serbixwe Paulo Pinheiro dibêje ku ji ber kiryarên wan çekdaran û tunebûna ewlehiyê hejmareke mezin ji xelkê newêrin vegerin malên xwe.

Paulo Pinheiro derbarê kuştina ciwanê Kurd Emîn Îsa Emîn di zindanên asayîşê de jî gotiye ku ew derbarê raporên ku behsa girtina îşkencekirina endamê PDK-S Emîn Îsa Emîn di zindanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de dilgiran in.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*