?>

Parlamenta Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê xwest êrişên xwe ser vê herêmê rawestîne

Parlamenta Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê xwest êrişên xwe ser vê herêmê rawestîne

Piştî lêkolîneke meydanî li deverên şerê di navbera PKKê û Tirkiyê de, Parlamenta Herêma Kurdistanê ragihand ku PKK bahaneyan çêdike da ku Tirkiye êrîşî ser Herêma Kurdistanê bike. Parlamenta Kurdistanê herwiha daxwaz kir ku PKK rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigire û Tirkiye operasyonên xwe yên leşkerî rawestîne.

ABNA24 : Komîsyona hevbeş a ji Parlamenta Herêma Kurdistanê, lêkolîna xwe ya li herêmên sînorî ku 8-9ê Hezîranê li wan herêman şer di navbera artêşa Tirkiyê û PKK de çêbû, pêk anî û encamên wê weke raporekê pêşkêşî Serokatiya Parlamentê kir.

Komîteya hevbeş a ku li Dihok û navçeyên wê, bi xelkê deverê, pêşmerge û karbidestên herêmî re civiya, di rapora xwe de cih daye van tespîtan:

- Ji ber ku Tirkiye mafên bingehîn ên Kurdan nas nake û PKK jî berê xwe dide şerê çekdarî.

- Hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê ji bo êriş û dagirkirinê hincetê dide artêşa Tirkiyê.

- Hikûmeta Bexdayê êrişên Tirkiyê piştguh dike.

- Artêşa Tirkiyê qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike û dewletên herêmê û cîhanê li hember vê rewşê bêdeng dimînin.

Di raporê de behsa êrişa 5ê Hezîrana îsal a  li Çiyayê Metîna navbera Hêzên Pêşmerge û PKKê jî hate kirin ku tê de 5 Pêşmerge hatin kuştin û hin Pêşmerge jî birîndar bûn.

Tê gotin ku di encama hevdîtina bi pêşmergeyên birîndar re, wan diyar kirin ku êrîş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin.

Her dîsa, di raporê de agahî hebûn ku di encama operasyon, bombebaran û pevçûnan de bi sedan welatî hatine kuştin û birîndar bûne û zirar dîtine.

Di raporê de, hate destnîşankirin ku Tirkiye li Herêma Kurdistanê herêmek "dagir" kiriye û li wir 70 baregehên leşkerî ava kirine.

Di heman demê de hate diyarkirin ku ji ber êrişan bi hezaran welatî bêkar mane, rez û baxçe hatin şewitandin, xanî hatin hilweşandin, û welatiyên ku xwedîkirina ajelan û mêşezerên (meşên) Hingivê dikin zirar dîtin.

Di raporê de, hate gotin ku daristanên Herêmê jî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tê talankirin û dar hatine birîn û birine Tirkiyê.

Komîte daxwazê ji hikûmetên Herêma Kurdistan û Iraqê dike ku bi rêyên dîplomatîk şerê  Tirkiye û PKKê  ji axa Herêma Kurdistanê dûrbixin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*