?>

Parlemana Herêma Kurdistanê daxwaza rawestandian êrîşa Tirkiyê li ser bakur û rojhilata Sûriyê kir

Parlemana Herêma Kurdistanê daxwaza rawestandian êrîşa Tirkiyê li ser bakur û rojhilata Sûriyê kir

Parlemana Herêma Kurdistanê bi dayîna daxuyaniyekê tevî diyarkirina dilgiraniya xwe ji êrîşa Tirkiyê li ser bakur û rojhilata Sûriyê, daxwaza rawestandina vê destdirêjiyê kir.

ABNA: Desteya serokatiyê ya Parlemana Herêma Kurdistanê bi dayîna daxuyaniyekê berdek nîşanî destdirêjiya Tirkiyê ser bakur û rojhilata Sûriyê da. Di vê daxuyaniyê da hatiye destnîşankirin: Em her cûre êrîşa ser welatiyên sivîl ji aliyê her yek ji aliyên şêrr va şermezar dikin.

Parlemana Herêma Kurdistanê tevî daxwaza jibo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya gotûbêjê, amaje kiriye: Rewşa navçeyê hema wisa hestiyar û nearam e û şer û têror bi dawî nebûye û rûniştiyên navçeyê di bin gefan da dijîn û ji ber vê yekê em bawer in ku ev êrîş ne tenê pirsgirêkan çareser nake, belkî tu asoyekê jibo aştiyê nahêle.

Parlemana Herêma Kurdistanê her wiha ji civata cîhanî nemaze Amerîka, Rûsiye, Englîs û Fransayê daxwaz kiriye ku hemî hewildana xwe jibo bidawîanîna rewşa niha û pêşîlêgirtina li nearamîya zêdetir û amadekirina rewşê jibo destpêbûna gotûbêjan bi kar bînin.

.........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*