?>

Parlimanterê Ereb ê Parlemana Rejîma Siyonîst, plana Lihevkirina Serdemê dirand

Parlimanterê Ereb ê Parlemana Rejîma Siyonîst, plana Lihevkirina Serdemê dirand

Endamekî Ereb ê Parlimana Rejîma Siyonîstî bona protestokirina plana emerîkî ya Lihevkirina Serdemê dirand û pêpes kir.

ABNA: Ehmed El-Teyibî, Parlimanterê Ereb ê parlemana Rejîma Siyonîstî li axiftinekê li vê parlemanê, bal kişand  ser vê yekê ku plana Lihevkirina Serdemê naveroak wê nayê qebûlkirin û got: Tenê Qudsa Şerîf paytexta Filistînê ye û bi tenê filistînî bi xwe dikarin çarenivîsa xwe kivş bikin.

 El-Teyibî got: Aqubeta plana lihevkirina serdemê pêpesbûn e.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trûmp di 21`ê Çillê de li cem serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamîn Netanyahu li Koşka Sipî hûrgiliyên plana xwe ya bi navê  “lihevkrina Sedsalê” ku planeke tam li dijî mafên filistîniyan e eşkera kir.

Ev plana Trump bi hevkariya hin welatên erebî yên wekî Erebistan, Behreyn û Îmaretê amade bûye û bi rê ve diçe. Li gor vê planê Quds bitûm pêşkêşî Rejîma Îsraîlê bûye û Mafê berxwedanê û vegerîna awareyên filistînî bo malên xwe tam ji filistîniyan hatiye standin û bajarokên siyonîstan di nav axa Filistîniyan dimînin û ew ser axa dagîrbûyî zêde dibin û Filstînî bi tenê li erdên din ên mayî li qiraxa rojava Çemê Urdinê û Zîvala Xezê dikare pêk were.

Gelek ji welatên cîhanê û rêxistinên navneteweyî û rayedarên siyasî û olî yên misilmanan ev plana qirêj şermezar kirin.

.............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*