?>

Partiyên Kurdistanî li ser damezirandina hevpeymaniyê di Hilbijartina Konseya Parêzgehan a Iraqê da li hev kirin

Partiyên Kurdistanî li ser damezirandina hevpeymaniyê di Hilbijartina Konseya Parêzgehan a Iraqê da li hev kirin

Partiyên Kurdistanî li navçeya kêşeliser a Xormatûyê di civînekê da li ser damezirandina hevpeymaniyekê jibo beşdariya di Hilbijartina Konseya Parêzgehan a Iraqê li vê navçeyê da li hev kirin.

ABNA: Mela Kerîm Şekûr berpirsê rêxistina YNK ragihand ku partiyên Kurdistanî li Xotmatûyê civînek jibo hilkolandina çawaniya beşdariya di Hilbijartina Konseya Parêzgehan a Iraqê li vê navçeyê da li dar xistine.

Wî got ku ev civîn gellek erênî bûye û têde YNK. Partiya Dêmokrat, Tevgera Goranê, Komela Islamî û Yekgirtûya Islamî û Partiya Komonîst a Herêma Kurdistanê derbarê damezirandina Hevpeymaniyê jibo beşdariya di Hilbijartina Konseya Parêzgehan a Iraqê li Xormatûyê li hev kirine.

Wî her wiha tevî amajeya bi vêya ku ev civîn di ofîsa Partiya Dêmokrat li Kelarê hat lidarxistin, got: Ev partiyana di çarçova Hevpeymaniyekê berendamekî jibo bidestxistina Kursiya Kurdan ji 13 kursiyên Konseya Parêzgeha Selahedînê dikin namzed.

Pêştir jî partiyên Kurdistanî li Kerkûkê Hevpeymaniyeke wiha jibo beşdariya di Hilbijartina Konseya Parêzgehan a Iraqê da damezirandin.

.........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*