?>

Partiyên siyasî bang li hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku gotûbêjê bi Bexdayê re bike

Partiyên siyasî bang li hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku gotûbêjê bi Bexdayê re bike

3 partiyên siyasî yên Herêma Kurdistana Iraqê bang li hikumeta Herêmê kir ku azadiya fikrî asteng neke û girêdayî mijarên diravî û mûçeyên karmendan, bi Bexdayê re gotûbêjê bike.

ABNA24: Hizba Komunîst a Herêma Kurdistanê, Zehmetkêşanê Herêma Kurdistan û Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dixwazin sibe li Hewlêrê xwepêşandanekê li dar bixin, lê îdareya Hewlêrê destûrê nade.

Hizba Komunîst a H. Kurdistanê, Zehmetkêşanê H. Kurdistan û Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê daxuyaniyek çapemeniyê da. Li ser navê aliyên siyasî sekreterê Hizba Komunîst a Kurdistanê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Me wek Hizba Komunîst a Kurdistanê, Zehmetkêşên Kurdistanê û Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê, komîteyeke hevbeş pêk aniye. Em dixwazin sibê xwepêşandanekê li dar bixin. Lê mixabin îdareya Hewlêrê rê nade, ev jî dikeve kategoriya binpêkirina mafên mirov û azadiyan.

Heya niha tu hizbeke siyasî daxwaza xwepêşandanan nekiriye, me dixwest di xwepêşandana sibê de daxwaznameyekê radestî hikumeta herêmê bikin. Di daxwaznamê de jî me behsa qeyran û rewşa welatiyan a di aliyê siyasî û aborî de kiriye. Sedema vê rewşa xirab jî xirabiya îdare, qaçaxçitiya deriyên sînor û du îdareyî ye. Ji nebûna mûçe û rewşa xirab, tenê hikumet û desthilat berpirs in.

Divê bi hev re li gel Bexdayê gotûbêjê bikin, bi taybet jî der barê bûdçe, mûçe û madeya 140 de  gotûbêjê were kirin. Pêwîst e azadiya fikrî û xwepêşandanan ji bo hemû welatiyan hebe, tu welatiyek li ser mafê xwe neyê binçavkirin. Ya ku îro tê kirin, binpêkirina li dijî azadiya fikrî ne."

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*