?>

Pêgîrîkirina Nêçîrvan Barzanî ser qahêmkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê

Pêgîrîkirina Nêçîrvan Barzanî ser qahêmkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku wan hin bername û plan ji bo berfirekirina têkelî û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hene ku li gor berjiwendiya du aliyan in.

(ABNA24.com) Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku wan hin bername û plan ji bo berfirekirina têkelî û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hene ku li gor berjiwendiya du aliyan in.

Li gor nûçeya Someriye Newsê ya îro, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ligel Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî civiya.

Duh pencşemê 20- 06-2019an Neçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir û tê çaverêkirin Barzanî ligel gelek siyasetmedar û berpirsên siyasî yên Iraqî bicive. Herwiha ligel Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî civiya. Di civînê da peywendiyên Hewlêr- Bexdayê kêşeyên herdu aliayan pirsa madeya 140 a destura Iraqê hat gotûbêjkirin. Herwiha Nûçîrvan Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê amade ye komîsiyoneke parlemanî ya hevpar li ser maknîzma firotin û derhata wê bixebite.

Mihemed Helbûsî  jî xwest ku pêwendiyên Bexda-Hewlêrê zêde ji berê berfire bibinû pirsgirêkên heyî li gor eslên biratî û beşdariya neteweyî werin safîkirin.

Du aliyan herwiha pêsparteya malî ya Herêma Kurdistanê li bara firotina nift û gazê li gor qanûna bûdca 2019 hilkolandin û ser hilbijartina konseyên parêzgehan û dadgeha navendî jî gotûbêj kirin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî duh ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û serokomarê vî welatî Berhem Salih jî civiya bû.

Pişti hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê û sondxwarina wê li 10 Hezîranê ji bo vê postê eva serdana wî ya yekem e bo Iraqê.




/129


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*