?>

Pêgirîya Barzanî û Erdogîn ser berfirekirina peywendîyên dualî

Pêgirîya Barzanî û Erdogîn ser berfirekirina peywendîyên dualî

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan civiyan û di civînê de her du alîyan pêgirî ser ser berfirekirina peywendîyên dualî kirin.

(ABNA24.com)  Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan civiyan û di civînê de her du alîyan pêgirî ser ser berfirekirina peywendîyên dualî kirin.

Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê, "Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di civîna digel Nêçîrvan Barzanî da pîrozbahiya destbikarkirina weke Serokê Herêma Kurdistanê li wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Hêviya xwe anî ziman ku kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê were pêkanîn û tekezî li ser daxwaza Tirkiyê ji bo pêşvebirina zêdetir a peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê kir.``

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Nêçîrvan Barzanî tekezî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê bi giringî ve li peywendiyên ligel Tirkiyê dinêre û daxwaz dike ku zêdetir peywendiyên herdu aliyan pêşve biçin, bi taybet di warê aborî û zêdekirina qebareya danûstandina bazirganî ya navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Tirkiyê.”

Di civînê de herdu aliyan derbarê rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê bi giştî, metirsiya serîhildana DAIŞ`ê, rewşa deverên azadkirî ji terorê, vegera aware û penaberan, aramî, seqamgîrî û avakirina deverên wan û çend mijarên din de gotûbêj kirin.``




/129


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*