?>

Pêgiriya Emar Hekîm li ser pêwîstiya cebirandina ziyanên lêketî li Kurdên Êzdî

Pêgiriya Emar Hekîm li ser pêwîstiya cebirandina ziyanên lêketî li Kurdên Êzdî

Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê li ser pêwîstiya cebirandina ziyanên lêketî li Kurdên Êzdî û amadebûna wan li post û cîgehên dewletî yên Iraqê pêgirî kir.

ABNA: Ofîsa ragihandinê ya Emar Hekîm,  Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew roja Yekşemiyê di ofîsa xwe da mêvandarê desteyeka rûniştiyên şaristana êzdînişîn a Şengalê li bakurê parêzgeha sînorî ya Nêynewayê bûye.

Li gorî vê daxuyaniyê, Hekîm digel endamên desteya navbirî ku hejmareka rîsipî û melayên Êzdiyan têde hebûne, alûgorên civakî yên vê kêmîneya Kurdnijad di serdema piştî têkbirina koma têrorîst a DAIŞê hilkoland.

Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqêtevî pêgiriya li ser welatparêziya rûniştiyên Şengalê, got ku divê Kurdên Êzdî ji berebendî û hevsengiyên siyasî bên dûrkirin û ziyana lêketî li wan jî were cubrankirin.

Hekîm her wiha li ser pêwîstiya hebûna Kurdên Êzdî di menseb û cîgehên dewletî li Iraqê wisa ku hêjayî wan e, pêgirî kir ş hebûna vê kêmîneyê giraniyek jibo civata vî welatî da zanîn.

.........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*