?>

Pêgirîya Îran û Tirkîyê ser helwestnîşandana teqil a cihana Îslamê himberî plana Danûstandina Sedsalê

Pêgirîya Îran û Tirkîyê ser helwestnîşandana teqil a cihana Îslamê himberî plana Danûstandina Sedsalê

Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkîyê pêgirî ser helwestnîşandana teqil a cihana Îslamê himberî plana Danuistandina Sedsalê kirin.

ABNA: Mihemdcewad Zerîf û Mewlûd Çavûşoglu di peywendîya têlêfonî da, dawîn alûgurên cîhana islamê nemaze Filistîna dagirbûyî û plana amerîkî-sîyonîstî ya Danuistandina Sedsalê hilkolandin û pêgirî ser helwestnîşandan û neyarîya teqil a cihana islamê himberî wê planê kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê jî ji ber plana Danuistandina Sedsalê rexne kir û got ku Parîsê hela jî gellek pirs têkildarî wê planê hene.

Jean-Yves Le Drian ji darêjerên wê plana zalimane re got ku di rewşa nika de, tu xêra kiryarên yekalî tineye.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê herwiha got: Em piştgirîyê didin daxwaza Filistînîyan jibo nîqaşa derbarê Danûstandina Sedsalê li NY û divê ew plana li Civata Ewlehîyê ya NY were hilkolandinê.

Ji hêla din ve Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Dewleta Erebistanê nehîşt desteya Komara Islamî ya Îranê di civîna hilkolandina plana Danûstandina Sedsal êli meqera Sazîya hevkarîya Islamî li Ceddê de pişikdar bibe.

Seyîd-Ebbas Mûsewî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka himberî kiryara rêjîma Erebistanê ya girtina pêşîya desteya îranî jibo ku di civîna hilkolandina plana Danûstandina Sedsal êde pişikdar nebe, herwiha got: Serokê Sazîya Hevkarîya Islamî desteya Îranê wek endameke çalak ê wê sazîyê jibo pişikdarîya di civîna li Ceddê de vexwendibû lê, Erebistan ku mazûvanê Nivîsgeha Sazîya hevkarîya Islamî ye, sozên aşkira yên dewleta mazûvan binpê kirin û vîze neda endamên desteya Komara Islamî ya Îranê.

Bidû nimandina plana amerîkî-sîyonîstî ya Danuistandina Sedsalê ji hêla Serokomarê Amerîkayê Donald Trump ve, ligorî pêşnîyara Rêxistina Xweserî ya Filistînê û vexwendian Serokê Sazîya Hevkarîya Îslamî, biryar hat dayîn ku Lêjneya Kargêr a wê sazîyê civîneke awarte li asta Wezîrên Karên Derve yên welatên endam roja Duşem 3`yê Sibatê li nivîsgeha wê sazîyê li şarê Ceddê yê Erebistanê lidar bixe.

............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*