?>

Pentagon budceya bo Pêşmerge û HSD'ê kêm dike

Pentagon budceya bo Pêşmerge û HSD'ê kêm dike

Di reşnivîsa projebudceya serbazî ya Amerîkayê ya sala 2021an de, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon), alîkariya darayî ya bo Hêza Pêşmerge û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kêm kiriye.

ABNA: Hevkariyên Amerîkayê ji bo her yek li Iraq û Sûriyê, 350 milyon dolar hatiye kêmkirin, di demekê de ku berpirsên Kurd ên li herdu welatan dibêjin metirsiya serîhildina DAIŞê berdewam e.

Di projebudceya şerê li dijî DAIŞê de, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê, yek milyar û 159 milyon dolar bo hêzên Iraqî, Pêşmerge û HSDê terxan kiribû, lêbelê di projebudceya bo sala 2021an de, bo 845 milyon dolaran hatiye kêmkirin.

Di projebudceya îsal de, 745 milyon dolar bo rahênan û pêdawîstiyên hêzên Iraqî û 200 milyon dolar bo rahênan û pêdawîstiyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û 250 milyon dolar bo hêza parêzvanê sînor li Sûriyê hatibû terxankirin.

Lêbelê weke di reşnivîsê de hatiye, sala bê 645 milyon dolar bo hêzên Iraqê tê terxankirin, pişka hêza parêzvanê sînor li Sûriyê ku 250 milyon dolar bû tê ragirtin, pereyê rahênan û pêdawîstiyên hevbeşên Amerîkayê bo HSDê bi qasî 100 milyon dolar hatiye kêmkirin. Li gor wê yekê be, pişka hevkariya hêzên HSDê di reşnivîsa projebûdceya 2021an de anegorî reşnivîsa sala 2020an bi qasî 350 milyon dolar tê kêmkirin.

Ev 3 sal e, li pey hev, Amerîka budceya ku ji bo şerê li dijî DAIŞê terxan dike, kêm dike. Di budceya serbazî ya 2019an de, Pentagonê yek milyon û 400 milyon dolar bo şerê li dijî DAIŞê terxan kiribû.

Sala derbasbûyî, Amerîkayê dil hebû hêzekê ji şervanên HSDê bo parastina sînorê di navbera Tirkiye û Kurdistana Sûrîyê de ava bike, lêbelê ji ber êrişa sala derbasbûyî ya Tirkiyê ser wê herêmê, ew plan hatiye ragirtin.

...........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*