?>

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê: Danûstandina serdemê bê guman dê işkestê bixwe

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê: Danûstandina serdemê bê guman dê işkestê bixwe

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê, plana emerîkî ya Danûstandina serdemê şermezar kir û got: Danûstandina serdemê bê guman dê işkestê bixwe.

ABNA: Donald Trump serokkomarê Emerîkayê berêvara sêşemiyê tev serokwezîrê Rejîma Siyonîstî plana rêgezperestane ya Danûstandina serdemê  nimand.

Bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Rejîma Siyonîstî, radestkirina sedî 30 kêleka rojava çemê Urdinê bo Îsraîlê, dijberiya li hember vegeryana awareyên filistînî bo welatê xwe û jiçekkirina tam a Filistînê ji naveroka herî giring a vê plana kirêt e.

Ayetullah Muhemedelî Muwehidiyê Kirmanî li xutbên nimêja îniyê ya vê heftiyê ya Têhranê bal kişand  ser vê yekê ku Danûstandina serdemê  di eslê xwe de riswatiya serdemê, zîlet û serşoriya serdemê û xeyaneta serdemê ye û got: Danûstandina serdemê  encama xeyaneta hin dewletên erebî ye lê tu komplo û xeyanetek nikare mafên gelê Filistînê binpê bike.

Ayetullah Muhemedelî Muwehidiyê Kirmanî bal kişand  ser vê yekê ku azadîxwazên cîhanê komployadanûstandina serdemê şermezra kirine û got: Berxwedan, dê pişta Emerîkayê bişkêne û dê Filistîn azad bibe.

 Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê bal kişand  ser vê yekê ku  dijmin li dû jiçekkirina berxwedanê ne û diyar kir: Emerîkî dê vê xweziyê bibin gorrê.

 Nimêjkirên îranî jî bi avêtina hin sloganan plana li dijî filistînî ya danûstanina serdemê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji gelê Filistînê raghandin.

............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*